Li Rojhilata Navîn piştî şerê 40 rojan berdewam kir ê di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de agirbestek hate îlankirin û li gel vê agirbestê herêm derbasî qonaxeke nû û gelekî nediyar bû. Agirbest, nayê wateya bidawîbûna rageşiyê; berovajî wê weke ku ji gelek aliyan ve alî xwe di warên leşkerî û siyasî de ji nû ve bi cih dikin û weke serdemeke derbasbûnê ya hesas û demkî tê nirxandin.
Ev şer bes ne têkoşîna hêza di navbera dewletan de ye, di heman demê de rê li ber wê yekê vekir ku rola hêzên wekîl ên li qadê, avaniyên milîs û tevgerên siyasî yên li herêmê jî ji nû ve werin nîqaşkirin. Roja îroyîn pirsên weke di senaryoyeke zêdebûna rageşiyê ya muhtemel de wê kî pozîsyoneke çawa bistînin, wê encamên ihtîmala ‘’guherîna rejîmê’’ ya li gel piştevaniya hêzên derve çawa bin û bi taybetî jî ji aliyê Kurdan ve ev yekê wê were çi wateyê gelekî girîng in.
Di vê atmosfera nediyariyê de, nirxandina bûyeran a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku yek ji tevgereke Kurdan a siyasî û leşkerî ye, hem ji aliyê hevsengiyên herêmî ve hem jî ji aliyê fêmkirina pêşeroja meseleya Kurdî ve gelekî girîng e. Mijarên weke PJAK xwe ji hêzên çekdarî yên li herêmê yên din çawa cuda dike, ji bo gelên cuda yên li Îranê modêleke siyasî ya çawa pêşkêş dike û di rewşa jinûvedestpêkirina şerekî muhtemel de wê serî li stratejiyeke çawa bide jî sernavên sereke yên vê çarçoveyê ne.
Di vê çarçoveyê de em bi berfirehî li gel Endamê Desteya Rêveberıya PJAK’ê Rêwar Awdanan têkildarî mijarên ji wesfa rastîn a agirbestê bigirin heya rîska şerê herêmî, ji nîqaşa hêzên wekîl heya dînamîkên muxalîf ên li Îranê axivîn.
‘LI GEL ÊRÎŞÊN HEWAYÎ Û DORPÊÇAN DERKET HOLÊ KU REJÎM HILNEWEŞIYAYE’
Hûn rewşa agirbestê ya aniha çawa pênase dikin? Li gorî we ev bi rastî jî agirbest e yan na rewşeke sekinîna şer û pevçûnan a demkî ye ku alî pozîsyonên xwe digirin?
Agirbesta di navbera Komara Îslamê û DYE-Îsraîlê de, weke sekinîneke demkurt e. DYE vê yekê, ji bo zêdekirina zexta li ser Komara Îslamê ya zirareke mezin dîtiye weke derfetekê dibîne; armanc dike ku bi rêya hevdîtin û hin tawîzên kêm rejîm stûyê xwe xwar bike. Lê belê wisa xuya dike ku bi rêya vê agirbestê yan jî hevdîtinên muhtemel wê têkildarî mijarên weke dosyaya nukleerî, moşekên balîstîk û hêzên wekîl ên rejîmê çareseriyeke berfireh neyê peydakirin.
Îsraîl jî serî li nêzîkatiyeke cuda dide; ji ber pozîsyona xwe ya pêşveçûna ku bi rêya êrîşên li ser reqîbên xwe yên li herêmê bi dest xistiye û armanca bûyîna hêza hegemon a sereke ya li Rojhilata Navîn helwesteke xurt a berdewamkirina şerî û hilweşandina Komara Îslamê nîşan dide. Li gel vê yekê tevî ku zirarên mezin dane Komara Îslamê jî bes bombebaranên hewayî û dorpêçên li ser behrê jî nîşan dan ku ev yek bi têra hilweşandina rejîmê nakin. Di hemû rewşan de wê DYE û Îsraîl, heya hilweşandina Komara Îslamê ya bi temamî yan jî heya wê bi temamî teslîm negire zexta xwe ya li ser wê sist neke.
‘DIBE KU ŞER BERFIREH BIBE’
Hûn rageşiyên li herêmên krîtîk ên weke Tevgava Hurmuzê çawa dinirxînin? Gelo derketina rageşiyeke li xaleke bi vî rengî ya girîng wê rê li ber jinûvederketina şerekî herêmî yê berfireh veke?
Tengava Hurmuzê, ji aliyê aboriya gerdûnî û piyaseyên enerjiyê ve xwedî bandoreke mezin e û xwedî pozîsyoneke jeopolîtîk a girîng e. Her wiha bi awayekî rasterast bandorê li hemû welatên Ereb ên li Kendava Basrayê dike. Ji ber wê yekê zêdenûna rageşiya li vê herêmê, dibe ku şerî gelekî berfireh bike.
‘PJAK BI AWAYEKÎ RASTERAST ALÎ Û HÊZEKE ÇALAK E’
PJAK di nava şerekî bi vî rengî de çima xwe bi kiryarî bi awayekî rasterast weke aliyekî bi cih nake?
PJAK, weke partiyeke siyasî di ‘’hevsengiyên siyasî’’ yên Îranê de bi awayekî rasterast alî û hêzeke çalak e. Em di çarçoveya bernameyaku me ji bo pêşeroja Îran û Kurdistanê diyar kiriye, stratejî û vîzyonê de tev digerin. Ji ber wê yekê helwesta me ya têkildarî vî şerî girêdayî berjewendiyên gelê Kurd, rewşa siyasî û pêşerojê ye.
Fikara me ya sereke ew e ku gelê Kurd û hemû gelên li Îranê ji têkoşînên hegemonyayê yên di navbera Komara Îslamê û hêzên gerdûnî yan jî herêmî de zirarê nebînin yan jî nebin qurbanî. Her wiha Komara Îslamê ji roja ava bûye heya niha li gel van şer ûpevçûnên herêmî şerekî navxweyî li ser gelên Îranê ferz kiriye. Ev şerê ku li dijî civakê weke dewleteke terorê ye, di dema şoreşa ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ û komkujiyên Kanûna 2025’an de gihîştiye asteke gelekî bilind û roja îroyîn jî berdewam dike.
Ev yek, şerekî wisa ye ku agirbest, hevdîtin yan jî sekinîn tune ne.
‘BI HEZARAN KADROYÊN ME YÊN BIRÊXISTINKIRÎ Û PERWERDEKIRÎ HENE’
Li gel şerî yek ji mijara ku herî zêde hate nîqaşkirin hêzên leşkerî yên li herêmê bû. Dema ku em bala xwe didin avaniyên leşkerî yên li herêmê û weke ‘hêzên wekîl’ û ‘avaniyên milîs’ tên binavkirin, ferqa sereke ya PJAK’ê ya ji aktorên din çi ye? Xeta siyasî û stratejîka we ji van avaniyan cuda dike, çi ye?
PJAK partiyeke Kurdan a serbixwe ye ku nêrîna wê, felsefeya wê ya têkoşînê û stratejiya wê bi xwe heye; ne hêzeke wekîl e ne jî milîs e. Tu şirîkatiyên PJAK’ê li gel komên bi vî rengî tune ye. Ji bo tevahiya Îran û Kurdistanê em xwediyê bernameyeke siyasî ya vekirî, demokratîk û hevgirtî ne. Ji bo ku em vê bernameyê pêk bînin bi salan e em têdikoşin û roja îroyîn bi hezaran kadroyên me yên birêxistinkirî û perwerdekirî hene.
Di nava civaka Kurdan de em xwediyê aligirên civakî yên xurt in; kapasîteya me ya têkilîdanîna êrênî ya li gel muxalefeta Îranê ya demokratîk, şoreşger û piranîparêz bilind e. Xeya meya siyasî dikare weke ‘’Rêya Sêyemîn’’ were binavkirin. Ev siyaseteke wisa ye ku xwe dispêre beşdariya civakê ya bi awayekî rasterast û bibe kirde, navenda wê civak e, demokratîk û li dijî zordestiyê ye. Azadiya jinan a di felsefeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ de şênber bûye, nêrîna ekolojî û xwerêveberiya demokratîk bingeha nêrîna me ya giştî pêk tînin. Stratejiya me bi tevahî xwe dispêre avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azad.
‘BI TENÊ HILWEŞÎNA REJÎMÊ NE ÇARESERÎ YE’
Gelo senaryoya ‘’guherîna rejîmê’’ ya DYE û aktorên din ên derve piştgiriya wê dikin wê ji bo Îranê bibe çareseriyeke rastîn yan na wê ji bo Kurdan nediyarî û rîskên nû biafirîne?
Ger senaryoyeke guherîna rejîmê ji aliyê DYE-Îsraîlê ve pêk were, li seranserê herêmê bi awayekî teqez wê şert û mercên nû derkevin holê. Ev yek wê bandoreke mezin li pêşeroja siyasî ya Îran û Kurdan bike. Hilweşîna rejîmeke totalîter û dîktator, her çend ji aliyê hemû gelên li Îranê ve rewşeke erênî jî be ev hilweşîn nayê wê wateyê ku wê daxwazên wan demildest pêk werin.
Ketina dîktatoran, bi awayekî otomatîkî rê li ber dabînkirina demokrasî, azadî, wekhevî û edaleta civakî venake. Atmosfera kaotîk ya piştî hilweşînê rû bide û valahiya siyasî bes wê civak û hêzên siyasî yên azadîxwaz ji bo ku bi awayekî rasterast bandorê li pêvajoya derbasbûnê ya piştî Komara Îslamê bike ger di qada siyasî de çalak bimînin wê encamên erênî jê werin girtin.
‘EM SIYASETA XWE LI GORÎ SOZAN DIYAR NAKIN’
Ji bilî tiştên ku li ser çapemeniyê hatin nîşandan, di vê pêvajoya şerî de helwestên aliyan ên li hemberî Kurdan çawa bûn. Hêzên hegemon ku DYE serkêşiya wan dike yan jî rejîma Îranê bi awayekî rasterast li gel we ketin têkiliyê? Yan jî di pergala nû ya ku ev hêz derpêş dikin de ji we re sozek hate dayîn?
Komara Îslamê, nêzîkatiya xwe ya dijminane û zextkar a li ser Kurdan didomîne. Komkujiyên hovane yên meha Kanûna borî yên li bajarên Kirmanşah û Îlamê li dijî Kurdan hatin kirin, polîtîkayên rejîmê bi awayê herî eşkere nîşan didin. Komara Îslamê, bi awayekî xwezayî li dijî Kurdan e û ji polîtîkayên xwe yên dijminane pêngaveke biçûk jî be bi paş de gav neavêtiye.
PJAK, temas û têkiliyên xwe yên li gel hêzên ku li dijî DYE û Komara Îslamê didomîne. Di vê çarçoveyê de PJAK, ji hemû têkiliyên avaker ên têkariyê li pêvajoya derbasbûnê ya ji Komara Îslamê bike, alîkariyê li avakirina Îraneke demokratîk bike û piştgiriyê bide serkeftina statuya siyasî ya Kurdên li Îranê re vekirî ye.
Têkildarî Kurdan tu ‘’sozên’’ şênber nehatine dayîn; em agajmana xwe ya siyasî li gorî sozên hêzên din diyar nakin. Li şûna wê em li temînatên siyasî û pratîk ê şênber û berjewendiyên jiyanî yên Kurdan û gelên din ên li Îranê ji vê pêvajoya şer û pevçûnan biparêze digerin.
‘EM KOMARA DEMOKRATÎK WEKE MODÊLEKE ÇARESERIYÊ DIBÎNIN’
Dema ku em bala xwe didin komên etnîkî yên din ên li Îranê (Pers, Azerî, Ereb, Belûc hwd.), PJAK kîjan modêla siyasî pêşniyar dike? Cudabûn, avaniyeke federal, xweserî yan pergala demokratîk a hevpar?
PJAK ji bo pêkanîna azadî û mafên Kurdan û hemû nasnameyên li Îranê, ‘’Komara Demokratîk’’ weke modêleke guncav û çareseriyê dibîne. Di vê modêlê de, ji bilî qanûna bingehîn ya demokratîk a bikeve li şûna peymaneke civakî ya nû, her netew yan jî nasname wê bibe xwediyê mafê rêveberiya xwe û statuya siyasî. Li gel vê yekê em ji nîqaşkirina modêlên demokratîk ên weke federalîzma demokratîk re jî vekirî ne.
Ya girîng çawaniya pergalê ye, navendîkirina dersthilatdariyê, qanûneke bingehîn a demokratîk e ku ji bo her kesî beşdariya azad û wekhev û maf û azadiyên hemû komên civakî û hemwelatiyan misoger dike.
‘EM JI HEVKARIYEKE BERFIREH RE AMADE NE’
Têkiliya PJAK’ê ya bi komên muxalîf ên Îranê re çawa ye? Stratejî û koordînasyoneke hevpar pêkan e yan jî armanc ji hev cuda ne?
PJAK, li gel komên muxalîf ên Îranê yên demokratîk û piranîparêz têkiliyên erênî didomîne. Em hewl didin ku van têkiliyan bigihînin qonaxeke ku nêzîkatî û hevkariyeke bilindtir. Em di wê baweriyê de ne em ê di navbera partî û rêxistinên ku ji demokrasiyê, piranîparêziyê û nêrîna civakê esas digire bawer dikin de stratejiyeke hevpar ava bikin. Em amade ne ku li gel hemû kes û saziyên azadîxwaz, şoreşger û demokratîk ên li Îranê hevkariya berfireh bikin.
‘EM Ê HEMÛ KAPASÎTEYA XWE BI KAR BÎNIN’
Ger ev agirbest bi temamî betal bibe û şer dubare dest pê bike PJAK wê serî li stratejiyeke çawa bide? Gelo pêşaniya we wê dîsa çareseriyeke siyasî be yan na hûn ê pozîsyona xwe ya li qadê ji nû ne pênase bikin?
Em ê projeya xwe ya siyasî bidomînin, lê belê girêdayî şert û mercên li qadê ji bo jiholêrakirina gefên li ser gelê me em ê hemû kapasîteya xwe bi kar bînin. Em girêdayî pêvajoya derbasbûnê ya ji Komara Îslamê ya ber bi pêşeroja azad û demokratîk a ji Îran û Kurdistanê re ne. Em li navenda van geşedanan de ne û me di refên herî pêş de cihê xwe girtiye û em ê hemû tiştên ji bo gelê me hewce bi cidîyet û biryardariyeke mezin bikin.